Daxuyaniya fermandariya giştî ya hêzên Asayîşa Rojava/Bakurê Sûriyê

276 views مشاهدةآخر تحديث : الخميس 28 ديسمبر 2017 - 11:14 صباحًا

Ji bo gel û raya giştî: Weke herdem tê zanîn ku cejna krîstmasê cejna wekhevî, dilpakî, bexşandinê ye. Ronîkirin û rêzdariyê ji bo hemû nirxên mirovahiyê ye, di nav gel û netewên Rojava û Bakurê Sûriyê de, yên ku ev serê çend salan bi hev re jiyaneke aştiyane jiyan dikin û girêdana wan bûye girêdana xwînê, heman çarenûs û heman baweriyê ye. Em wek hêzên berevanî û berpirsên ewlehiya welêt “Asayîşa Rojava” bi vê helkefta nêzîkhatina sala nû; pîrozbahî, xwestek, şadî û bextewarî ji tevî ol û gelên xwe yên Asûr, Kurd û Ereb re pêşkêş dikin. Hêvîdarin ku sala nû sala serkeftin û efsaneyî be û bi pêşketin be jî. Her wiha mayîna welatê me weke çavkanî û dergûşa aştiyê be û bimîne xaka ewlehî, aramî û hezkirina jiyanê. Ji bo parastina gel û welatparêzên di vê helkefta pîroz de, her wiha kontrolkirina saxlemî û ewlehiya wan, dûrxistina hemû gef an jî metirsiyên li ser jiyan û warê wan; pêwîst e welatiyên me bi van kiryar û tedbîran pabendîzan bin: 1- Tevgera hemû kemyon û sehrîcan (bi hemû cure û mezinahiyên wan) ji demjimêr 1 sibehê roja şemiyê dîroka 30.12.2017an ta demjimêr 3 paş nîvroj duşemê dîroka 1.1.2018an.

2- tevgera motorskilêtan qedexe ye, ji demjimêr 8 sibehê roja înê ku dikeve dîroka 29 /12 / 2017an û heta paş nîvroja çarşemê 3.1.2018an, da ku nebe rê û wesîleya xêrnexwaz û terorîstan ên ku armancgirtina jiyana gel daxwaza wan e.

3-Teqandin û berdana gulan qedexe ye.

4- lîstokên agir bi hemû reng û cureyên xwe qedexe ye.

Em alîkariya we spas dikin… Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava/Bakurê Sûriyê

28/12/2017

رابط مختصر
2017-12-28 2017-12-28
أترك تعليقك
0 تعليق
*الاسم
*البريد الالكترونى
الحقول المطلوبة*

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.

شروط التعليق :

عدم الإساءة للكاتب أو للأشخاص أو للمقدسات أو مهاجمة الأديان أو الذات الالهية. والابتعاد عن التحريض الطائفي والعنصري والشتائم.

ان كل ما يندرج ضمن تعليقات القرّاء لا يعبّر بأي شكل من الأشكال عن آراء اسرة Asayîşa Bakurê Sûriyê الالكترونية وهي تلزم بمضمونها كاتبها حصرياً.

raghadina asayisha rojava