الرئيسية / Nûçe / Jİ BO BUYERÊN DAXISTINA ALAN DAXUYANİYA ASAYİŞÊ

Jİ BO BUYERÊN DAXISTINA ALAN DAXUYANİYA ASAYİŞÊ

asayis

JI RAGIHANDIN Û RAYA GIŞTÎRE

     Li ser hinek malperên ragihandinê û dîsa bi rêka fecebook û telefona hinek welatiyên me xwe gihandin me û  gotin ku asayîşa rojava biryar girtiye ku li bajaran alen siyasî kom bike.

Ji ber vê me wekî rêveberiya asayîşa rojava hewce dît ku em daxuyaniyekê bidin raya giştî.

     Despêkê em wekî asayîş ne hêzekî siyasîne em hêzê ewlekariyêne. Û em li ser axa Rojava û Surî li bajaran parastina gelê xwe dikin. Ji bo ku hemû hêzên siyasî bi rehetî  karê xwe bimeşînin em wekî asayîş zemînê ewlekariyê û aramiyê çêdikin.û em di wê baweriyêdene ku ji bo  demokrasî pêşbikeve divê siyaset hebin, divê gelê me yê Ermen, Asur, Ereb, Kurd bi rehetî karê xwe yê siyasî bimeşînin.Divê tanzîmên cuda cuda hebin.Divê ahzab û tansîqiyatên cuda cuda hebin da ku demokrasiyeke mînak li welatê me pêşbikeve. Yê ku ji siyasetên dîtir ditirsin yê ku ji xwe ne bawerin.Eger hezek bi rêka sîlah êrîşî welatê me neke yan jî bi sîlah di hundirê welatê mede kar neke ji heqê wane ku heta dawî siyaset bikin. ji bo pêşxistina civakeke demokratîk û azad,  bi rêkên siyasî divê herkes bikaribe hevdu rexne bike,divê herkes bikaribe daxuyanî bide û muzahareyên demokratîk bike.divê civîn,konferans, kongre çêbikin da ku demokrasî pêşbikeve. Nezîkatiya  asayîşa rojava eve.Em xwe di ber her siyasetêde berpirsiyar dibînin. Eger li ser siyasetekê  daxtek çêbû emê parastina wê siyasetê bikin. Nêzîkatiya asayîşa rojava tu cara hizbî û  unsurî nebû.û hewl daye ku her  beşê civakê himêz bike.ji vir şunde jî xeta ku em esas bigirin ewe.

     Di dawîde ji bo şaştiyên ku çêbune divê em bidin xuya kirin ku tu alaqaya asayîşê bi van buyerar re nîne. Tu cara asayîş biryareke wisa der aqil û dervayî demokrasiyê nagire. Û ne ji heqê wê ye ku alê kesî daxîne.Bi kurtasî asayîş ala danaxe lê parastina ala dike. Ji bo şaştiyên ku derketî  bên tesbît kirin û neyên dubare kirin asayîşa me lêpirsîna xwe didomîne.

21-09-2013

RÊVEBERİYA ASAYÎŞA ROJAVA

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *