الرئيسية / Nûçe / Ji RAGiHANDiN Û RAYA GiŞTÎRE

Ji RAGiHANDiN Û RAYA GiŞTÎRE

Ji RAGiHANDiN Û RAYA GiŞTÎRE

    Li bajarê kamişlo 9 kes, li bajarê halebê jî  20 kes piştî ku wîskiya bi markaya  HOURSES vexwarin jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku buyerê ru da li bajarê qamişlo ji aliyê asayîşa me ve lêpirsînek hate despêkirin.li gorî lêkolînên ku hatine kirin tesbît bu ku jehr tevlî  wîskiyê hatiye kirin.ciyê ku ev wîskî lê hatiye kirîn  û ciyê ku lê wîskî hatiye vexwarin ji aliyê asayîşa meve hate tesbît kirin. ji bo ku pişt perdeya vê buyerê tam ronî bibe em niha hinek agahiya belav nakin. Lê di demek herî nêzde emê bi daxuyaniyeke fermî raya giştî zêdetir agahdar bikin.

ji ber ku nêzî deh welatiyê me jiyana xwe ji dest da heta ku pêşî li vê rewşê bê girtin û zirar negihîje welatiyê me yê dîtîr me  firotina wîskiya bi markayê  HOURSES qedexe kir.em hêvî dikin her kesê ku li ser axa surî û rojavayê kurdistan jiyandike berpirsiyar nêzîk bibe û nebe sedema windahiyên nu.

Ji bo ku buyer di hemu milande bê ronî kirin bi hevkariya komîteya tenduristiyê  lêpirsîna me didome.

27-09-2013

RÊVEBERİYA ASAYİŞA ROJAVA

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *