الرئيسية / الأخبار / Jİ BO WÎSKî U ARAQA JAHRKİRÎ

Jİ BO WÎSKî U ARAQA JAHRKİRÎ

Ji RAGiHANDiN Û RAYA GiŞTÎRE

    Li bajarê kamişlo 9 kes, li bajarê halebê jî  20 kes piştî ku wîski yan  araq vexwarin jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku buyerê ru da li bajarê qamişlo ji aliyê asayîşa qamişlo ve  lêpirsînek hate despêkirin.bi buyerê ve têkildar 4 kesê bi navê C.Ş, H.Ş.M.A,  M.M.A.Ş, û xwediyê matama MUXTERİB    A.R  hatin binçavkirin.Ji bo ku buyer bê zelalkirin nuweyên wîskiya ji bo tehlîlê radestî labaratuwarên krimînal hatiye kirin.piştî lêkolînên asayîşa qamişlo li mal û ciyên kar  yên  welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane wiskiyê bi navên,LORD,HOURSES,BLACKLOKOID,VİİLOM,HAWİSOL,CLANMACGRORG û ARAQ ALANDALB hatine ditin.hin kesê ku niha di nexweşxanede tedawî dibînin jî ev pişt rast kirin.bi gumaneke pir mezin di nava wîskî yan araqêde jahir heye.ji ber ku lı heleb ji heman tişt pêk hatiye ev gumana me zêdetir dıke.

ji ber ku nêzî deh welatiyê me jiyana xwe ji dest da heta ku pêşî li vê rewşê bê girtin û zirar negihîje welatiyê me yê dîtîr me  firotina wiski û araqa bi markaya (LORD,HOURSES,BLACKLOKOID,VİİLOM,HAWİSOL,CLANMACGRORG û ARAQ ALANDALB ) qedexe kir. heta ku ev buyer di hemu milande bê roni kirin em pêşniyardikin ku welatiyê me ji bo ku jiyana wan nekeve xeteriyê  markayee dîtir  yê wîskî û araq jî bi karneynin.em hêvî dikin her kesê ku li ser axa surî û rojavayê kurdistan jiyandike wê berpirsiyar nêzîk bibe û nebe sedema windahiyên nu.

Lêkolînên ku   bi hevkariya  komîteya tenduristiyê jî zelal kir ku  ev kesê ku wîskî vexwarî di cihda jiyana xwe jidest nedane .herî kêm 24 saat şunda jiyana xwe ji dest dane.Ji bo ku buyer di hemu milande bê ronî kirin bi hevkariya komîteya tenduristiyê  lêpirsîna me didome.

27-09-2013

RÊVEBERİYA ASAYİŞA ROJAVA

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *