الرئيسية / Nûçe / Jİ BO ŞEHİD MAZLUM

Jİ BO ŞEHİD MAZLUM

 

 

Ji RAYA GiŞTÎ Û RAGiHANDiNÊ RE   IMG_08101

        Nêzî 3 mehe komên radîkal yên qaşo misilman êrîşî axa rojavayê    kurdistanê dikin. Heta niha gavek pêşda nehatine û li her derê derbeyên xedar xwarine.ji ber ku di cepede şikestinek mezin xwarin  vê carê jî berê xwe dan însane medenî.li beramberê van êrîşên hovanê gelê kurd li her derê bi kutleyeke mezin berê xwe dan YPG û ASAYİŞA ROJAVA.meclîsên gel, saziyên medenî û taybet Ciwanên Ş oreşger bi rengekî aktîf û çalak ciyê xwe di nav asayîşêde girtin. Ji efrîn heta dêrîk bi sedan endamê ciwanê şoreşger li ku derê îhtiyacê parastinê çêbû  li wir ciyê xwe girtin . Heta gelek cara bi erîşên dijwar yê hovane yên cebetil nasrare ru bi ru man lê bi biryardariyekê wecîbeyê xweyê parastinê kirin.her carê li pêşya cebetil nasra bend danîn û nehiştin ku cebetilnasra têkevin bajara û êrîşî gelê sivîl bikin.li çilaxa  2 meh berê di êrîşeke hovanede 2 rêhevalên bêhempa rêheval bêrîtan û rêheval can feda şehîd ketibun.piştî ku ew herdu endamê ciwanê şoreşger şehîd ketin gelek endamê nu yê ciwana ala wan bilind kirin û role xwe leyîstin. Îro jî li çilaxa di êrîşeke terorîstane ya cebetil nasrade endamekî ciwanên şoreşger e  bi navê  Mazlum Fatimê yê ku ji bo alîkariya asayîşê 2 mehe li çil axabu şehîd ket û endamekî ciwanê şoreşger yê bi navê azad jî bi giranî birîndar bu.li gorî lêpirsîna ku asayîşê kirî di dema ku her du  heval bi seyare derbazdibin bombayeke ku berê li keylek rê hatiye bi cih kirin ji durva hatiye teqandin. Hêzê me yê asayîşê her du heval di cîhde rakirine nexweşxane lê tevî hemû hewildana jî rêheval Mazlum  yê  ji qamişlo şehîd ket.

        Rêheval Mazlum zanîngeh dixwend.  însanek fedakar bu.di nava karê asayîşêde role xwe bi layîqî leyîst.hevalekî zahf dilnizim bu.her tim ruken bu.heta dawî paqij û durust nêzî hevalê xwe û karê xwe di bû.tu cara di karê xwe de îhmalî nedikir û her tim ji karê herî zahmet re jî amade bû. Gelek cara daxwaz dikir ku li cepha herî pêş şer bike..

       Em soz didin ku emê jî wekî asayîşa rojava di şopa rêheval Mazlûmde bimeşin û heyfa hevalê xwe hilînin. em ser saxî ji malbata şehîd Mazlum ,gelê kurd,û hemû hevalê wîre dixwazin.û dîsa em hêvî dikin hevalê me yê birîndar demek berya demê sax bibe. Ji bo ku buyer di hemû mila de bê ronî kirin lêpirsîna asayîşa çilaxa didome.

04-10-2013

Silav û hurmet

ASAYİŞA ROJAVAYÊ KURDiSTAN

 

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *