الرئيسية / Nûçe / DAXWIYANÎ JI ALIYÊ NAVENDA MEDIYA GIŞTÎ YA HÊZÊN ASAYÎŞA ‎ROJAVA

DAXWIYANÎ JI ALIYÊ NAVENDA MEDIYA GIŞTÎ YA HÊZÊN ASAYÎŞA ‎ROJAVA

Jı bona gelê me û raya gıştî re :

Dewleta dagırker ya tırkıyê û mılîsên çete yê hevpeymana pêre ‎‎“mertala firatê”  hêjî navçe û gundewarên kantona efrînê herwıha herêmên şehba bardûman dıkın , çeteyan gundê Herbılê,Om el hoş ‎‎,Om el qûra,Şêx îsa, Tıl rıfet , Hemam bı bêhtırî 40 fûzên topxanê bardûman kırın, dı encamê de şer û pevçûnên dıjwar dı navbera parızvanên menî qehreman û grûpên dagırkeran de rû da.

Dı encama şerê kû bı demjımêran domand bı dehan çeteyên AKPê û mertala fıratê hat kûştın, lê 17 hevalên me bı şanazîna parastına rûmeta gel û xaka xwe ya rojava û bakûrê sûrıyê gıhîştın astên jor yê şehadetê.  

Em wek hêzên parastına hûndırîn yên asayîşa rojava sersaxî jı xwere û jı hemû malbatên şehîdan re dıxwazın ,sozdayına xwe hertım nû dıkın bı gel û şehîdan re, lı ser rêka pekrewana bımeşın dakû em hemû cûreyên terorîzmê û otokratîkê yê mîna van karên sûcdar û xwînmêj dûrî gelê xwe û hemû rûneştecıhên herêmê  bıxînın.

NAVENDA MEDIYA GIŞTÎ YA HÊZÊN ASAYÎŞA ROJAVA

23-10-2016

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *