JI RAYA GIŞTÎRE

582 views مشاهدةآخر تحديث : الخميس 5 سبتمبر 2013 - 8:03 مساءً
JI RAYA GIŞTÎRE
asayis

Şoreşa Azadiyê ya Rojavayê Kurdistan di merheleyeke gelek girîng û nazıkre derbaz dibe

Ji bo ev şoreş bigihije serkeftinê Gelê Kurd her roj bedelên giranbiha dide. Ji bo ev şoreş bi sernekeve û têk biçe neyarên gelê Kurd bi her awayî di nav êrişande ne. Bi taybet jî van êrişan bi destên komên çeteyên xayîn ên Kurd û yên bi navêîslamê tevgerin didin kirin.

Weke minak bombeya li pêş Saziya Civaka Sivîl  ya bajarê Efrîn êku hate teqandin û di encamê de 2 jê zarok ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da minaka vê yekêye. Beriya niha bi demekê jî li bajarê Efrînê ji aliyê heman koman ve li dijî avahiya Yekîtiya Star û li hember wesayîta serokê meclisa herêma Efrînê jîêrişên bombeyî pêk hatibûn. Dîsa li navçeyên Efrînê Mabeta û Şiyê li hember navenda YPG êêrişên çekdarî pêk hatibû.

Ev buyer ûêrişên ku pêkhatin hemû hatin deşifre kirin û encamên lêpirsîna van buyeran wê di demek nêz bi belgeyan  wê ji gelre were parvekirin. Li gor encamên lêpirsînê ev êrişanan bi alîkariya derve û bi destê komên xayîn yên weke Partiya Azadî hatine lidarxistin. ew êrişa  xayînane ku 22-08-2013 de li Efrîn ê rûda weke êrişên din emê di demek nêz de derxînin holêû ji gelê xwere eşkere bikin.

HIŞYARÎ JI BO GEL

-Tiştên ku me li jor dan xuyakirin ji bo careke din dûbare nebin divê gelême bi her awayî hişyar be û tedbîrên parastina xwe bigre.

-Êrişa ku li dijî Saziya Civaka Sivîl hatiye kirın di heman demê de li dijî gel hatiye kirin. di encamde mirovên sivîl di vêêrişê de jiyana xwe ji dest dane.

-dema ku kes, kom û seyare yên  bi şik û guman hate dîtin tavilê divê Asayîş were agahdar kirin.

-em di rewşeke awarte dene ev êrişên ku pêk tên li dijî gelê Efrınê ye divê her tax û kolan di warê ewlekariyê de hişyar be.

-weke Asayîşa efrin daxwaziya me ji gelê me em dinava hevkariyekê de bi hevre kar bikin da ku ev êrişên xayîn û nemerdane em vala derxînin.

 

Reqma asayisa efrine

7871404—7871405—0994043529

 

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ya Şaxê Efrîn

23-8-2013

رابط مختصر
2013-09-05 2013-09-05
أترك تعليقك
0 تعليق
*الاسم
*البريد الالكترونى
الحقول المطلوبة*

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.

شروط التعليق :

عدم الإساءة للكاتب أو للأشخاص أو للمقدسات أو مهاجمة الأديان أو الذات الالهية. والابتعاد عن التحريض الطائفي والعنصري والشتائم.

ان كل ما يندرج ضمن تعليقات القرّاء لا يعبّر بأي شكل من الأشكال عن آراء اسرة Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê الالكترونية وهي تلزم بمضمونها كاتبها حصرياً.