Ji BO ŞEWATA Li MEKTEBA EL PARTÎ YA TiRBeSiPIYÊ DAXUYANİYA ASAYİŞÊ

597 views مشاهدةآخر تحديث : الأحد 10 نوفمبر 2013 - 5:47 مساءً

       Li bajarê tirbesipiyê  do êvarî derdorê saat 12:30 de   di buroya el partîde şewat derket.di vê demê de gelê kurd hem di milê askerîde serkeftinê mezin bidest dixe(wekî rizgarkirina til koçer û til helef) komên çete hatın şıkandın û jı welatê me hatin derxistin.û di aliyê dinde di milê siyasîde amadekariyê rêveberiya demî dikin. Her wiha desteya bilin li hev dicive û amadekariya kombuna cinêv bi rengekî xurt tê meşandin.di demeke ku pêwîstiya kurda herî zêde bi yekîtî û biratiyê heye ev buyera şewatê ya ku li tirbêsipiyê pêkhatî provakasyoneke li dijî gelê kurd.yê ku ev pravakasyon kirî xêra kurda naxwazin,û naxwazin ku gelê kurd siyasiyen li ser erdê bê qebulkirin.

       piştî ku agahî giha asayîşê me di cihde dewriyeyên asayîşê û seyareya îtfaiye çun ciyê buyerê ,agir tefandin û lêkolîn dane daspêkirin..li gorî lêkolînên ku hatine kirin kes yan jî kesên ku ev şêwat kirî vî ciyî nasdikin.ji ber ku şewat li hundir despêkiriye.derî nehatine şikandin.şibake nehatine şikandin. Kiflê derî  yan jî ya şibakeyan nehatiye şikandin.Şopa dextê li ser derî û şibakeyan nîne.  Her wiha li hundir hemû derî wekirî hatine hiştin. Kesê ku ev kar kirine hedef kirine ku agir bigihîje hemu qurfa. Şêwat bi mazotê hatiye kirin.di şewata ku derketîde kanepe,tawla,kursî,plazma,û komputurek hatiye şewitandin.

     Her wiha îra dîsa li bajarê tirbesipiyê li dewara azadî  mayinek(elxamek) hatibu danîn.ev mahînê ku hatiye danîn ji aliyê asayîşê meve hatiye dîtin û ji aliyê komîteyê asayîşê yên pispor ve hatiye bê tesîr kirin. ji bo herdu buyera lêkolînê me  berdewamdikin. Gumana me heye ku ev herdu buyer bi hevduva têkîldar bin.her du buyer li heman bajarî di demeke kurt de pêkhatin.ji bo ku herdu buyer bên ronî kirin lêpirsîn hate berfirekirin. Em karin bejin ku yê ku ev buyer sazkirin negihîştin armanca xwe.vala derketin.û ne karîn aramiya ku li bajarê me xira bikin.lê Emê di demeke kurt de hewl bidin ku rastiyê van buyeran yê ku veşartî mayî jî derxin holê û bi raya giştîre parva bikin.

10-11-2013

RÊVEBERİYA ASAYİŞA ROJAVA

رابط مختصر
2013-11-10 2013-11-10
أترك تعليقك
0 تعليق
*الاسم
*البريد الالكترونى
الحقول المطلوبة*

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.

شروط التعليق :

عدم الإساءة للكاتب أو للأشخاص أو للمقدسات أو مهاجمة الأديان أو الذات الالهية. والابتعاد عن التحريض الطائفي والعنصري والشتائم.

ان كل ما يندرج ضمن تعليقات القرّاء لا يعبّر بأي شكل من الأشكال عن آراء اسرة Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê الالكترونية وهي تلزم بمضمونها كاتبها حصرياً.