Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê

الأخبار
25 نوفمبر 2013544 views مشاهدة
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê

1111; QAMIŞLO– Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, destnîşan kir ku di êrîşa bombeyî ya li Qamişlo de endamekî Asayîşê û 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest daye.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê derbarê teqîna li taxa Qenatsiwês a bajarê Qamişlo de, di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand.Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çete yên girêdayî El Qaîdeyê piştî binkeftina xwe ya li hemberî hêzên YPG’ê, dîsa serî li êrîşên dij mirovahiyê kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşa Qamişlo jî yek ji van e û ev agahî hatin dayîn:

“Navenda Asayîşa Qenatsiwês a Qamişlo diho saet di 16.30’an de rastî êrîşek terorî hat. Terorîstekî întîharî xwest bi wesayîtek bombebarkirî derbasî hewşa asayîşê bibe, lê endamê Asayîşa me, ew ferq kir û bi hişyarî û fedakariyek mezin nehişt derbasî hewşê bibe. Lewma êrîşkar li derveyî deriyê avahiyê wesayît teqand.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê êrîşa hovane de endamê Asayişa Qenatsiwês Îbrahîm Elî Derwêş, welatiyê bi navê Ferhat Hebîb û welatiyekî ku nasnameya wî nehatiye zanîn jiyana xwe jidest dane. Her wiha hinek welatî jî birîndar bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de ji malbatên endamê Asayîşê Îbrahîm Elî Derwêş û herdu welatiyên jiyana xwe jidest dane û gelê kurd re sersaxî hate xwestin û ev tişt hatin gotin: “Em wekî hêzên Asayîşa Rojava berxwedana Asayîşa Qenatsiwês silav dikin. Em soz didin ku em ê ji bo aramiya herêmê bênavber kar û xebata xwe bidomînin. Her wiha em ê li dijî çavkaniyên terorê jî têkoşîna xwe bidomînin.”

 

 

رابط مختصر