Daxuyanî ji hêla rêveberiya giştî ya asayîşa rojavayê kurdistanê

2013-11-29T13:20:40+02:00
2018-12-27T16:21:19+02:00
البيانات
29 نوفمبر 2013461 views مشاهدة
Daxuyanî ji hêla rêveberiya giştî ya asayîşa rojavayê kurdistanê

imagesPiştî daberbûna navenda asayîşa Qenatsiwêsê ya girêdayî bajarê Qamişlo,di dîroka 23/11/2013`an de ,dema ku prosezeke tirsonek bi tirimbêleke ji hêla miroveke  xwekuştî ve hate teqandin,di wêprosezê de, weke tê nasîn ku şehîd Îbrahîm Derwêş li hemberî wan derket ku nehişt derbasî avahiya asayîşê bibin,di wê demê jî gelek birîndar hebûn,û di nav van birîndaran de endameke asayîşê jî hebû,û birînên wî pir dijwarbûn, di roja 28/11/2013`an de şehîd Bengîn Ebdula Osê,tevlî kerwanên şehîdên rojavayê kurdistanê bû.

Em weke hêza asayîşa giştî ya rojavayê kurdistanê,sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re û miletê kurd bi tevahî silavdikin.

Em sozdidin ku ewlehî di hemû bajarên kurdan de hebe û em ê karbikin li hemberî hawildanên terorîst yên dijî hebûna kurdan re,û em  sozdidin jî em ê tim di şopa wan şehîdan de bimeşin û xwîna wan tu carî li erdê namîne.

 

Rêveberiya giştî ya asayîşa rojavayê kurdistanê.

29/11/2013

رابط مختصر