JI BO RAYAGIŞTÎ Û GELÊ ME

519 views مشاهدةآخر تحديث : الخميس 27 ديسمبر 2018 - 4:19 مساءً

2013-12-1-GIRKE-LEGE-EKADMYA-STAR_DEWRE-PERWERDE1 (1)JI BO RAYAGIŞTÎ Û GELÊ ME     Wek tê zanîn ev bi hezaran salan e li ser jinê di bin desthilatdariya feraseta bavik salarî de koledarî tê ferz kirin. Rîxmî ku jiyan bi jinê destpê dike û bi jinê diherike di civaka zayendî parêz de jin piranî dervayî jiyana civakî tê hiştîn û di mal de wek koleyek li qeydana hatibe xistin tê mehkûm kirin. Hem di qada civakî de hem jî di mal de jin ji ber sedema zayenda xwe rastî tundîtî û zordariya fîzîkî zayendî û derûnî tê. Feraseta zordar û desthilatdar a bavik salarî cih tê jinê tenê wek amûrek zayendî cih tê wek xenîmetê cih jî tê wek maşîneya zarok anîne dîbîne û wîsa her cûre zordariyê li ser jinê pêk tîne. Ev jî di jinê de şikandina vînê û qutbûna hêviya jiyanê dide avakirin ku piranî bi xwe kuştinê encam dide. Mînaka vê ya herî dawî di 19 Hezîrana 2014 de bajarê Amûdê a li ser Kantona Cizîrê a Rojavayê Kurdistanê rû da. Keça 18 salî a bi navê Nadya Riyad Ehmet bi zora bavê xwe jê hat xwestin ku bi kesekî ku naxweze re bizewice. Dema hêza keça 18 salî têrê nekir vê zewaca bê dil bide sekinandin ev keça me xwe kuşt. Bi şermezar kirin û hêvî kirina ku ev bibe xwe kuştina jinê a dawî em du bangawaziyan giring dibînin: Wek Asayîşa Giştî ya Jin a Rojavayê Kurdistanê bangawaziya me ya yekemîn ji bo hemû jinan e: Bila hemû jin bizanibin ku her çiqas zordariya feraseta bavik salarî û zayendî parêst kevn be jî berxwedan û têkoşîna li hemberî vê zordariyê jî herî kêm ew qas kevn û xurt e. Îro yek jî nûnerê herî xurt ê vê berxedanê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ye.Bila her jin bizanibe ku bêçare mayîn û xwe kuştin ne çareseriye. Em wek Asayîşa Giştî ya Jin a Rojavayê Kurdistanê serî da parastin di her mijarê de amadene ku alîkariyê bidin jinên rastî tundutî û zordariya bav bira hevser hwd tên. Tenê daxweza me li van jina heye ku bes demildest me agahdar bikin. Ji bo agahdarkirinê her jin dikare her dem serî li navendên me yên asayîşê bide an ji li van reqemên telefonan ên jêr bigere. Bangawazîya me ya duyemîn jî ji bo kes an jî kesen tundîtî û zordariyê li ser jinê pêk tînin e: Li ser jinê şîddet bikar anîn û îrada jinê binpêkirin bihêz bûnê nîşan nade berewajî qelstitî û rebentiya we zilamên zordar diyar dike. Taybet jî welatekî wek Rojavayê Kurdistanê ku bi Xeseriya Demokratîk ve her pêkhate bi awayekî demokratîk jiyan dike zordariya we ya ser jinê şerm rûreşî û tewanek giran e. Hûn hemû zilamê zordar bizanibin ku ji kîjan pêkhateyê dibe bila bibe jinên Rojavayê Kurdistanê tenê nînin. Em wek Asayîşa Giştî ya Jin a Rojavayê Kurdistanê her cûre şîddet û zordariya we ya li ser jinê bê hesap nahêlin. Di çerçoveyên zagonî de emê her dem şopdar bin û hesap li we bixwezin.

Reqemên telefonên me ev in: 1- 474995 2- 371681 3- 712818 4- 758270 5- 732652 6- 466438

ASAYÎŞA GIŞTÎ YA JIN A ROJAVAYÊ KURDISTANÊ 24 HEZÎRAN 2014.

رابط مختصر
2018-12-27
أترك تعليقك
0 تعليق
*الاسم
*البريد الالكترونى
الحقول المطلوبة*

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.

شروط التعليق :

عدم الإساءة للكاتب أو للأشخاص أو للمقدسات أو مهاجمة الأديان أو الذات الالهية. والابتعاد عن التحريض الطائفي والعنصري والشتائم.

ان كل ما يندرج ضمن تعليقات القرّاء لا يعبّر بأي شكل من الأشكال عن آراء اسرة Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê الالكترونية وهي تلزم بمضمونها كاتبها حصرياً.