Hêzên asayîşa jin ya kantona cizîrê civînek li rimêlan li darxistin

2014-09-13T13:19:50+03:00
2018-12-27T16:08:19+02:00
الأخبار
13 سبتمبر 2014984 views مشاهدة
Hêzên  asayîşa jin ya kantona  cizîrê civînek li rimêlan  li darxistin

f0172288Duh hêzên asayîşa jinê li bajarê rimêlan civînek li darxistin bi amedekariya aytan ferhad fermandariya asayîşê û endamên tirafîkê di kantonacizîrê de.civîn bi deqekê rêzgirtin destpê kir û piştra ferhad bi xêrhatina endaman kir.

Di axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa şengalê ûtiracîdiya li ser  hat meşandin komkujiya dayîşê di derheqê jinên şengalê de û hemû karê ji dervî  mirovahiyê .

Ferhad di axaftina xwe de li ser rola jinê û giringiya wê di avakirina civakê de û hêza wê  di rêveberiyê  de û ku îro jinê cihê xwe di hemû beşa de girtiya ji milê leşkerî ,siyasî û sîvîl de  li gel hevalên xort û kesayeta xwe isbatkir ku xwe û xaka xwe bi parêza li gel hevalên xort.

Di dawiya axaftina xwe de deriyê nîqaşê û rexne û rexnedayîn û pirsên girêdayî karê jinê ve  di asayîşê de û gelek pêşniyar hatin kirin  ji bo pêşxistina karê asayîşê encama erênî di milê rêxistinî û piratîkî de.

رابط مختصر