ZÊREVANÊN XABÛR CENAZÊ CIWANEKÎ DI AVÊ DÎTIN

2016-01-09T19:32:32+03:00
2018-12-27T15:27:10+03:00
الأخبار
9 يناير 2016395 views مشاهدة
ZÊREVANÊN XABÛR CENAZÊ CIWANEKÎ DI AVÊ DÎTIN

Îro piştî nîro ,zêrevanên xabûr li cemê kû dinavbera gundê tel sexer û elezam derbas dibe, yê girêdayî bajarê hesekê ,cenazê cwanekî dîtin

Bîrûya lêpirsînê ya asayîşa hesekê ,da zanîn kû ew ji aliyê zêrevanên xabûr agahî girtin kû ciwanekî bi temenê 20 salî ye di cemde jiyana xwe ji dest daye, dîtine ,li ser vê agahiyê dewriyekê asayîşê kû ji nivîsgeha lêpirsînê û nivîsgeha li dijî tewanên birêxistinkirî û biwanre dozgeha giştî û bijîşkê rwa amadekirin û çûn cihê agahiyê dakû ev cenaza were naskirin, û lêgerîn were destpê kirin

Nivîsgeha lêpirsînê di rapora xwede ev yek deste nîşan kir :ev cenaze vedgere ji ciwanê bi navê îmad taha himêdî bi temenê 21 salîye û ji xelkê gundê el ezame ya girêdayî hesekê ye ,di encama derbaskirina wî ji cemê avêre û ji ber sermê ew bê hal maya û ketiya heta ew jiyana xwe ji dest da

Welatiyên herdû gûnda gotin kû cisir dinavbera herdû gunda tineye û ji ber wê ev ciwan xwe ki avê daye û ketiye

Cenaza radestî malbata wî hat kirin    

رابط مختصر