Rêveberiya assayîşa rojava serdana Dêra Mar Yaqûb a Suryaniyên Artozokik kir.

2016-01-17T09:18:47+02:00
2018-12-27T15:26:30+02:00
الأخبار
17 يناير 2016422 views مشاهدة
Rêveberiya assayîşa rojava serdana Dêra Mar Yaqûb a Suryaniyên Artozokik kir.

Duh Şandeyek Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojava û eşîreyên ereb ên Kantona Cizîrê serdana Dêra Mar Yaqûb a Suryaniyên Artozokik kir.
Şandeyek ji Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, eşîreyên ereb ên kantona Cizîrê û kesayetên ereb bi serkêşiya Fermandarên Giştî yê Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm û Eytan Ferhad serdana Dêra Mar Yaqûb a Suryaniyên Artozokik a bajarê Qamişlo kir.
Ev serdana bi armanca gotûbêjkirina bûyerên di 12 û 13’ê çileyê li bajarê Qamişlo rû dane, pêk hat.
Şande ji aliyê Patrîkê Antakya û Hemû Rojhilat û Serpîskoposê Dêra Ortodoks a Suryaniyan a Cîhanê Mar İgnatius II. Efram û şandeyek Betriyakên û nûnerên suryanî, ermenî û asûriyên bajêr hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê li ser geşedan û bûyerên li bajarê Qamişlo di 12 û 13’ê çile de pêk hatin gotûbêj hatin kirin. Piştre hevdîtinek ji çapemeniyê re girtî di navbera herdu aliyan de pêk hat.
Girêdayî encamên hevdîtinê Fermandara Giştî ya Asayîşa Rojava Eytan Ferhad da xuyakirin ku wan ji bo pêşwazîkirina Mar İgnatius II. Efram serdan kiriye, her wiha bûyerên ku li bajarê Qamişlo rû dane, bi zelal kirine.
Eytan Ferhad anî ziman ku hemû aliyan girîngiya girêdana bi xaka Sûriyeyê, parastina hêmanên biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de, dûrketina ji şerê navxweyî ku hin aliyên siyasî dixwazin pêk were nîqaş kirin.
Eytan Ferhad diyar kir ku aliyên hevdîtinê pêwîstiya yekîtiya li hemberî hêzên terorîst anîne ziman û gotin ku divê hemû hewldan bikevin xizmeta şerê li dijî terorê.

رابط مختصر