ASAYÎŞ SÛCDARA GIRT Û GEL WAN DARIZAND

416 views مشاهدةآخر تحديث : الخميس 27 ديسمبر 2018 - 3:19 مساءً

HESEKÊ – Li bajarê Hesekê hêzên asayîşê 5 kesên sûcdar ku bûn sedema kuştina zarokekî 7 salî, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatın gırtın û bı herwıha gel û dadgeh wan darizandin bı hıkmê gırtîgeha jı salekê heta 15 sala û dayîna pera jı 1mîlyon heta 5 mîlyona weke ceza . Di 21’ê Îlona 2015’an de, 5 kesên ji bajarê Hesekê zarokê bi navê Hisên El- Nasir ê ji pêkhateyên ereb ku bi eslê xwe ji bajarê Helebê ne, bi armanca tacîzkirina malbata wî û girtina pereyan, revandibûn. Lê zarok piştî du rojan ji revandinê, jiyana xwe ji dest da . Li bajarê Hesekê bi amadebûna nûnerên Dadgeha Giştî ya Gel a Kantona Cizîrê, Rêveberiya xweseriya demokratîk, Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê, Melîsa êlên kurd, meclîsên gel ên Hesekê, malbatên sûcdaran, partiyên siyasî yên bajar, endamên saziyên sivîl û bi sedan welatiyên bajarê Hesekê, rûniştina dadgehkirina sûcdaran, hat lidarxistin. Rûniştina dadgehkirinê, li salona Akademiya Mezopotamya ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Rûniştin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di rûniştinê de, Endamê Dadgeha giştî ya Gel li bajarê Hesekê Siwar Ehmed li pêşya gel axivî û li gorî îfadeya sûcdaran kiriye, behsa awayê pêkhatina sûc kir. Ehmed got: “Piştî ku zarok tê revandin bi du rojan jiyana xwe ji dest dide. Piştî ku zarok jiyana xwe ji dest dide, wî dixin, torbeyekê û davêjin çemê Ceqceq. Heta niha jî cenaze nehatiye dîtin.” Derbarê awayî zeftkirina van kesan de jî ev tişt hatin got: “Yek ji wan 5 kesan ku serokê komê ye, ji telefona xwe ya destan nameyek ji malbata zarok (ku cîranên wan in) re, şandiye. Bi vê yekê ew hat naskirin û bi riya wî hemû kesên din jî hatin zeftkirin. Piştî ku ew kes hatin girtin behsa sûcê ku kirine, kirin.” Sûcdaran diyar kirin ku ev sûc tenê bi armanca wergirtina pereyan hatiye kirin û tu girêdana wê bi mijara kurd û ereban re tune ye. Ji ber ku tu pirsgirêk di navbera sûcdaran û malabata zarok de, tune ye.” Di dema dadgehkirinê de, endamên Meclîsa Gel, Meclîsa êlên kurd ên bajarê Hesekê, Meclîsên bajar, malbatên sûcdaran û geleke welatî axivîn. Di rûniştinê de pêşinyarên beşdaran ên derbarê awayê darizandina van kesan de hatin nivîsandin. Piştî ku pêşinyar hatin nivîsandin, ew pêşiyar xistin dengdanê. Li ser bingeha dengdanê, 15 sal ceza li du kesên ku endamên sereke yên komê ne, hat birîn. Ew kes jî navên wan bi tîpên (B.B) û (M.E) destpê dikin. Her wiha ew kes dê 5 milyon lîreyên Sûriyê jî bidin. Li sûcdarên ku navên wan bi tîpên (F.H) û (K.A) destpê dikin jî cezaya 10 salan hatin birîn. Ev kes jî dê 3 milyon lîreyên Sûriyê bidin. Her wiha sûcarê ku navê wî bi tîpên (N.E) destpê dike jî, cezaya 3 salan û dayîna 1 milyon lîreya Sûriyê hat birîn. Her wiha biryar hat girtin ku malbatên sûcdaran heta demeke nediyar, ji taxa Miftî ya Hesekê derkevin.

رابط مختصر
2018-12-27
أترك تعليقك
0 تعليق

عذراً التعليقات مغلقة

قوى الامن الداخلي Asayish